CivakRojev

Bila bîranîna şehdîn 1 Şubatê bibe wesîla yekrêziya me

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser salvegera şehîdên 1 Şubatê peyamek belav kir.

Serokê herêma Kurdistanê di peyama xwe de dibêje:

Îro 1 Şubatê ye û 18 sal bi ser êrişa terorîstî ya Hewlêrê re derbas dibe ku tê de 103 kadro, berpirs û endamên PDK û YNKê şehîd bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi vê helkeftê peyamek belav kir. Peyama wî wiha ye:

Em bi rêz û şiko şehîdên 1 Şubatê bibîr tînin û silavê bo ruhê wan yê pak dişînin. Karwana xebat û xizmeta wan serkirde û dilsozên ku bûn qurbaniyên destê reş yê terorê dê heta hetayî berdewam be. Bila bîranîna wan bibe wesîla pêkvebûn, lihevhatin û yekrêziye me.

Back to top button