Cîhan

Bijîşkên Îranî di depresyonê de ne

Li Îranê bûyerên xwekuştinê di nav bijîjkan de zêde dibin

Zêdebûna bûyerên xwekujtinê di nav bijîjkên Îranî de zêde dibin û ev yek dîsa hat rojevê. Piştî xwekujtina Bresto Bexşî (pisporê nexweşiyên dil û damaran ê li parêzgeha Loristanê, nûçeya xwekuştina Dr.Semîra El-Saîdî (pispora romatolog a nexweşxaneya Şerîetî ya Tehranê hat) belav bû. Bi sedema xwekujtina bijîjkan gelek rojnameyên Îranê ev bûyer anîn rojevê û tê nîqaşkirin.

Di vê derbarê de Şêwirmendê Karûbarên Civakî yê Encumena Pizîşkên Îranê Mihemed Mîrhanî, ji rojnameya Dunya-eqtesad re ragihand ku rêjeya xwekujtina bijîşk û alîkarên wan her ku diçe zêde dibe û dibe ku di demek nêzîk de li cîhanê Îran bibe welatê herî zêde yê xwekujtina bijîşkan.

Mîrhanî axavtina xwe weha domand:

“Me tomar kir ku di sala 2023an de 16 bijîjkan întîxar kirine. Lê hejmara rastîn zêdetir e. Ji ber ku di pir rewşan de, malbatên doktorên ku xwe dikujin sedema mirinê eşkere nakin û li hember vê yekê bêdeng bimînin. Piraniya doktorên ciwan rastî heqaretên sîstematîk tên. Berê xwendina bijîjkî li welêt pir navdar bû, ji ber ku li Îranê bû bijîjkî yek ji pîşeyên herî payedar bû. Doktor xwedî statuyek rêzdar bûn. Lê di van çend salên dawî de ji ber zêdebûna pirsgirêk û zehmetiyên aborî tişt hatin guhertin. Bijîjk, bi taybetî bijîjkên ciwan, bi şert û mercên xebatê yên pir dijwar re rû bi rû dimînin, nemaze di rewşên mirina nexweş an xirabûna tenduristiyê de. Ji aliyê din doktor jî alî malbatên nexweşan ve rastî zextek mezin û tevgerên neguncayî û tund tên. Piraniya malbatên ku nexweşên wan dimirin doktor an jî alîkarê wan ji mirinê berpirsiyar dibînin. Em şahidiya tundiyê dikin, heta bi kêrê êrîşî doktoran dikin. Bijîjkên li Îranê di van salên dawîn de xwe ewle hîs nakin û jiyana xwe di xeterê de dibînin”.

Back to top button