Daxuyaniya Akademîya Kurdî li Stokholmê ji bo bifermîkirina zimanê Kurdî li Tirkiyê:
Ji Bo Guhartina Qanûna Bingehîn ya Tirkiyê…
Em piştevanîya “Platforma Zimanê Kurdî” dikin, herçendî em ne hevhizr bin jî…
Akademiya Kurdî daxwazê ji Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ewropayê dike ku bi pêşengîya wan qanûna bingehîn ya Tirkiyê bihê guhartin ji bo nasîna mafê gelê kurd ku ew gelê xwecihî û kevnargel e. Ji alîyê xwe ve Akademiya Kurdî li Stockholm´ê bang li dewletên ku Kurd wekî gelê xwecihî (xwemalî) lê dijîn dike da ku ew mafê Zimanê Kurdî wekî mîrata çandîya mirovahîyê nas bikin û kurd dest bi perwerdeya xwe yê zimanê zikmakî bikin. Daxwaza me ev e ku li van welatên ku kurd lê dijin Kurdî wekî tirkî, erebî û farisî bibe zimanê dibistanê û fermî. Kurd xwedî ziman, mîrata çandî, ol û warê xwe (territorî) ne. UNESCO di 21ê meha Sibata sala 1999an de bi armanca bîranîn ango parastina mafên nivîsandin û axaftina her netewe, hindiknetewe (kêmnetewe), herkesî/herkesê heye ku ew zimanê xwe azad bipeyve, bixwîne û binivîse. Ji bilî kurdan,divê mafên gelên xwecihî / gelên kevnare yên wekî Asurî, Suryanî, Ermenî û hindikahiyên din jî bihête parastin.
Em dubare dikin,Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di sala 1999an de 21ê Sibatê wekî Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ragihand. Ji bo Kurdan, wateya vê rojê pir girîng e. Ji ber ku Zimanê Kurdî hîn jî bi gelek astengiyan re rûbirû ye)
Neteweyên Yekbûyî û Navandina Mafê Gelê Xwecihî/Kevnargel, 13ê Meha Îlona Sala 2007an
Biryara NY ya di derbara mafên gelên xwecihî ango kevnargel de balkêş e. Ew biryara balkêş di 13ê meha îlona sala 2007an de hat navandin (di benda 3an de…). Bingeha Danezana Neteweyên Yekbûyî ya di derbara mafên gelên kevnare / xwecihî de bendên mafê çarenûsê hene û kurd bi wan dikarin bigihîhe mafê xwe yê zimanê zikmakî. Em vê mijarê dubare dikin û dibêjin: “Divê Tirkiye guh bide NY û “Qanûna xwe ya Bingehîn” biguhirîne da ku mafên gelê kurd wekî gelê Xwecihî ango kevnaregel binpê nebe”. Akademîya Kurdî daxwazê ji NY dike ku kurd wekî gelê xwecihî li gorî bendên wê bigihîje mafê xwe yê zimanê zikmakî. Ne normal e ku neteweyek 50 mîlyon be, ji zimanê xwe bêpar bimîne. Zimanê dayîkê ango zikmakî hem mafekî mirovî û hem jî xwedayî ye û li gorî qanûnên NY, ew daxwazekî xwezayî ye.
UNESCO
UNESCO di 21ê meha Sibatê ya sala 1999an de bi armanca bîranîn ango parastina mafên nivîsandin û axaftina her netewe, hindiknetewe (kêmnetewe), herkesî/herkesê heye ku ew azad bipeyve û binivîse. Divê Tirkiye qanûna xwe ya bingehîn biguhirîne da mafê gelên xwecihî binpê nebe. Pirsgirêk di qanûna bingehîn de heye e û divê ew bihête guhartin da ku kurd bikaribin bi zimanê xwe nivîsînin, bipeyvin û bixwînin.
KONVERSIYONA ZAROKAN û ZIMANÊ ZIKMAKÎ
Naveroka Konversiyona Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî ji 54 bendan pêkdihê. Benda 30î di derbara mafê zarokên hindikneteweyan de ye. Li wan dewletên ku hindiknetewe tê de hebin, divê mîrasa kultura wan wenda nebe. Mafên hindikneteweyên kevnare yên zimanî, olî, çandî û hawayê jîyana wan dihê parastin da ku ew mîrasa kevnare wenda nebe. Zarokê/a ku ji hindikneteweyekê be ango jî aîdî kevngelan be, mafê wî/wê yê ziman, çand û olî heye. Peymana Konvensîyona Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî, mafên ferdekî/ê (her zarokek) heye ku ew bi zimanê xwe perwerde bibe û nasnameya xwe nas bike (bend: bend 8, 28, 29, 30, çand bend 31).