Cîhan

Biden û Zelensky heftiyekî de du cara dicivin

Qesra Spî ragihand ku Serokê Amerîkayê Joe Biden wê vê hefteyê li Normandiyê di çarçoveya Lûtkeya G7 a Îtalyayê de bi Vladimir Zelensky re bicive.

Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Amerîkî Jake Sullivan got ku, Biden dê vê hefteyê bi Zilensky re bicive ji bo pîrozkirina 80-emîn salvegera serkeftina di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de û gotûbêjkirina berdewamkirin û kûrkirina piştevaniya Amerîkî ji Ukraynayê re.

Sullivan got ku, biryar e Biden careke din bi Zelensky re bicive di dema Lûtkeya G7 de li Barî ji 13 heta 15 Hezîranê ji bo gotûbêjkirina bikaranîna pereyên bloka Rûsyayê ji bo piştgirîkirina hewldana şer li Ukraynayê.

Biden dê di nav hefteyekê de du hevdîtinên girîng bi Zelensky re bike, wî got.

Back to top button