Polîtîk

Biden newroza Kurd û Kurdistaniyan pîroz kir

Êvariya îro pênçşem 20.03.2014 birêz Joe Biden Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka li rêya telefonê ve peywendiyê bi birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê re kir.

Li vê peywendiya telefoniyê da Cîgirê Serokê Amerîka pîrozbahiya cejna neteweyî ya Newrozê li Serok Barzanî û gelê Kurd kir û hêviya bextewerî û serkeftinê ji bo xelkê Kurdistanê xwest. 

Her li vê peywendiyê da ji bilî behskirina bi hêzkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Amerîka pêvajoya siyasiya Iraqê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê jî guftûgo kirin û her dû alî li ser wê yekê bi hevre bûn ku kêşeyên Herêm û Bexda li rêya diyalog û hevdû têgihiştinê bêne çareser kirin.

Back to top button