Qesra Sipî da xûyakirin ku, Biden gotina ku di derbarê serokê Rusyayê Putin de gotî ne poşmane. Biden ji bo Putin gotubû ku, Putin Kujer e..
Serokê Amerikayê Biden ji bo serokê Rusya Putin gotina Kujer bi karanî bû. Ev yek bû sedemê gotubêjên berfireh. Di vê derbarê de Qesra Sipî daxûyaniyek ragihand û behsa helwesta Biden kir.
Berdevka Qesra Sipî Jen Psaki di vê derbarê de gotina dawî got. Rojnemevanek ji Jen Psaki dipirse:
-Gelo Biden gotina derbarê serokê Rusyayê de gotî poşmane yan çeweye?
Jen Psaki bersiva xwe dibêje:
– Nexêr ne poşmane, serok bersiva pirsek ku jê hatî kirin de dîtina xwe vekirî gotiye.