PKK li sînorê Çemçemalê binkeyên xwe birine nav malan û cîhên ku rûniştvan lê qerebalixin û ev yek jî bi armanca xelkê sivîl li wan navçeyên Herêma Kurdistanê wek mertalê mirovî bo parastina binkeyên PKKê bên bikaranîn tê kirin.
Îro 06.08.2023yê tora fermî ya civakî ya Dije Teror a Kurdistanê aşkera kir dronekî artêşa Tirkiyê otomobîla çekdarên PKKê li nêzîk nahyeya Axçeler a ser bi qeza Çemçemalê kiriye armanc û ji ber wê jî berpirsekî leşkerî yê PKKê hatiye kuştin û çekdarek jî birîndar bû.
Vê derbarê de rêveberê tenduristiya Çemçemalê Dr. Ferhad Mihemed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Vê sibehê zilamek bi birîndarî anîn gel me li tenduristiya Çemçemalê, lê me nezanî ji kuderê ve hatiye, çareserî bo hate kirin, naha ew kese di bin çavdêriya tenduristiyê de ye û ji nexwaşxaneya Silêmaniyê re hate şandin.’’
Çavkaniyekî berpirs li nahyeya Axçeler a Çemçemalê jî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Binkeyên PKKê li sînorê me hene, ev jî metirsî û tirs li ser xelkê çêkiriye. Me berî naha li gel berpirsên xwe yên jor axaft, ku PKK binkeyên xwe li wan cîhên ku hemwelatî lê ne veguhêze, lê ew mijar siyasî ye û ti tiştek nehate kirin. Em jî nikarin wek nahye axaftinê li gel PKKê bikin, ji ber axaftinê li gel îdareyê nakin û partiyên sînorê Silêmaniyê agahdarê hebûna binkeyên PKKê ne.’’
Herwaha aşkera kir, tîma tenduristiyê bi armanca veguhestina birîndar û qurbaniyên êrîşa îro hatin şandin, lê ‘’PKK razî nebû û bi otomobîla xwe birîndar û kuştî veguhestin.’’