Bi biryara Nêçîrvan Barzanî wergirtina pere ji Îraniyan tê rawestandin
Li gora nûçeyeka Rûdawê, konsulê Îranê yê li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê, Murteza Ebadî ragihand, bi biryara Serokwezîrê Herêma Kudistanê ji niha şûnde pere ji geştyarên Îranî yên ku serdana Herêma Kurdistanê dikin, nayê wergirtin. Rêveberên herdu deriyên sênorî yên Hacî Omeran û Perwîzxanê jî ji Rûdawê re gotin, îro biryara Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê gihîştiye wan û dest bi cîbicîkirina biryarê kirine.
Murteza Ebadî di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand: “Wê dema ku Îranê ji bo dana vîzeyê pere werdigirt, Herêma Kurdistanê jî 25000 dînar ji geştyarên Îranî yên ku dihatine nav Herêma Kurdistanê, werdigirt lê roja bihorî û me hevdîtinek li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê encam da û wî rêzdarî biryar da ku êdî ew 25000 dînar ji geştyarên Îranî neyê wergirtin û heta du rojên dij bi temamî dê were rakirin.”
Têkildarî mijarê her îro Pênşemî 18ê Nîsanê, Rêveberê Giştî yê Dîwana Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, Samî Celal ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Ji roja 01-04-2019 ve bi biryara Wezîrê Navxwe ew 25000 dînar li ser sînoran nayê wergirtin.”
Herwiha Berpirsê Nişîngeh û Pasportê li Deriyê Sînorî yê Hacî Omeranê, Zirar Husên ji Rûdawê re da xuyakirin, “ji demjimêr 14:30ê îro pênşemiyê ve bi fermana Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, wergirtina pereyê gumrikî ji geştyarên hilgirê pasporta Îranê ku 25000 dînar bû, hatiye rawestandin û êdî ew pereyê gumrikî ji wan nayê wergirtin.”
Rêveberê Deriyê Sînorî yê Perwîzxanê, Elî Tofîq jî têkildarî heman mijarê ji Rûdawê re agihand, “biryara Wezareta Navxwe ya di derbarê rakirina pereyê gumrikî li ser welatiyên Îranî gihîştiye destê me û ev biryar êdî tê cîbicîkirin.”
Piştî serdana Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî bo Iraqê, Bexda û Tehran li ser wê yekê rêkevtin kirin ku bê bermaber vîze bidin hevwelatiyên hev.
Îranê ji destpêka meha Nîsanê ve dest bi cîbicîkirina wê rêkevtinê kir, herwiha Iraqê jî ew rêkevtin xistiye warê pratîkê, lê belê berpirsên Îranê gazin dikirin ku Herêma Kurdistanê hêj ew rêkevtin cîbicî nekiriye.
Di 12ê Nîsanê de Konsulxaneya Îranê ya li Hewlêrê beyannameyek belav kir û têde dabû xuyakirin ku Herêma Kurdistanê hêj li deriyên sînorî yên bi Îranê re pere ji geştyarên Îranî destine û daxwaza rawestandina wê yekê û cîbicîkirina rêkevtina navbera Bexda û Tehranê ya derbarê vîzeya bêpere kiribû.
Konsulxaneya Îranê herwiha di wê beyannameya xwe de hişyarî dabû ku eger Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser wergirtina wî pereyî ji geştyarên Îranî berdewam be, Îran jî dê biryara vîzeya bêpere ji bo Herêma Kurdistanê betal bikeû dê ji nû ve dest bi wergirtina pere ji welatiyên Herêma Kurdistanê bike.