Civak

Bi amadebûna Serok  Kongreya  Yekîtiya Jinên Kurdistanê 

Li Hewlêra paytext, li bin çavdêrî û bi amadebûna Serok  Barzanî, Kongreya heştema Yekîtiya Afretên(Jinên) Kurdistanê li jêr navê (Niştiman) û bi diruşma (Şiyana jinê civaka pêşketî) birêveçû.Berî destpêkirina kongreyê, Serok Barzanî pêşangehekî fotografî û karê destî û Kurdewarî vekir, ku guzarişt bûn li ser kar û çalakiyên Yekîtiya Afretên Kurdistanê.Paşê Doktore Viyan Silêman Sekretera Yekîtiya Afretên Kurdistanê bi navê rêxistinê û endamên kongreyê, bi xêrhatina Serok Barzanî kir û balkişand li ser palpiştiya Serok Barzanî ya ji bo karê rêxistinî û pirsên jinan kir û spasî helwestên Serok Barzanî kir û armanca bestina kongreyê û xebata rêxistinî bi navê destberkirina zêdetirê mafên jinên Kurdistanê kir. Her wiha balkişand li ser wê yekê, rêxistina wan piştevaneke berdewame li hewlên neteweyî û niştimaniyên Serok Barzanî dibe.Sasan Ewnî Berpirsê Desteya Rêxistinên Pîşeyî û Cemaweriyên Partiya Demokrata Kurdistanê li gotarek da, balkişand li ser wê yekê ku bestina kongreya heştema Yekîtiya Afretên Kurdistanê bernameya dawî ya çaksazî û pêdaçûna karê rêxistiniye ku Serok Barzanî li çarçêweya guhertinan da biryar li ser daye. 

 

Back to top button