Civak

Bi amadebûda Serok Barzanî, Ferîdûn Ciwanroyî li Pîrmam hat veşartin

Cenazeyê endamê Polîtuborya PDKê û fermandeyê Pêşmerge li eniya Xazirê, Ferîdûn Ciwanroyî li bajarokê Pîrmamê yê Hewlêrê hat veşartin.Îro danê sibê, cenazeyê Ferîdûn Ciwanroyî bi merasimekê li bajarokê Pîrmamê yê Hewlêrê hat veşartin.Di merasimê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, rayedarên PDKê, mirov û malbata Ciwanroyî û bi sedan welatî beşdar bûn.Endamê Polîtuborya PDKê û fermandeyê Pêşmerge li eniya Xazirê (nêzîkî Mûsilê) Ferîdûn Ciwanroyî, şeva borî li ser rêya bajarokê Xebat û bajarê Hewlêrê, di encama bûyereke tirafîkê de jiyana xwe ji dest dabû.Di wê bûyerê de pasewanekî Ciwanroyî jî jiyana xwe ji dest dabû û 5 pêşmerge jî birîndar bibûn.Ferîdûn Ciwanroyî kî ye?Navê wî yê rast, Ferîdûn Mihemed Beg Wekîlî ye. Sala 1950 li bajarê Ciwanro yê Rojhilatê Kurdistanê (girêdayî Kirmaşanê) ji dayîk bibû û sala 1967ê bibû pêşmerge û tevlî Şoreşa Îlonê bi rêbertiya Mela Mistefa Barzanî bibû.Ferîdûn Ciwanroyî di 12emîn kongreya PDKê de bibû endamê Komîteya Navendî ya PDKê û di 13emîn kongreyê de jî bibû endamê Polîtburoya PDKê. Ciwanroyî ji roja 8ê Tebaxa par ve bibû fermandeyê Pêşmerge li eniya Xazirê.Ew rayedarê PDKê, berpirsê Encumena Rêveberiya PDKê bû li bajarê Silêmaniyê.Ferîdûn Ciwanroyî heta asta lîseyê xwendibû. Ciwanroyî bavê 6 zarokan bû.Serok Barzanî persenameyek pêşkêşî malbeta Feredûn Ciwanroyî kir û tê de jî ragihand ku, Kak Feredûn bi serbilindî jiya û bi serbilindî jî wefat kir û hertim navê vî jî weke qehremanekî gelê me bi zindî dimîne.Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi minasebeta wefat kirina Feredûn Ciwanroyî persenameyek pêşkêş kir ku ew jî tekesta vê ye;Bi navê xwedê mezin û dilovanMixabin îro gelê me Fermandarekî jêhatî, pêşmergeyekî qehreman ji dest da ku bo min jî weke heval û birayekî gelek hêja û birûmet bû.Şehadeta kak Feredûn Ciwanroyî ku endamê mekteb siyasiya PDKê û herwiha pêşmergeyekî dêrîn û Fermandarê mihwera Xazir ya hêzên pêşmerge bû, me gelek dilgiran û xemgîn kir, mixabin dema vedigeriya ser erkê xwe li eniyê şer bo parastina Kurdistanê di encama bûyereke dilsoş ya hatûçûyê de canê xwe ji dest da û çû rêzê karwana şehîdên serbilind yên Kurdistanê.Ev têkoşerê qehreman tevahiya temenê xwe bo xizmeta gel û welatê xwe dabîn kiribû û di sala 1967an de hatiye nava refên Şoreşê û cêyê destê vî di nava her du Şoreşên Eylûl û Gulanê de diyare û sala derbasbûyî jî weke Fermandar û pêşmergeyekî jêhatî roleke gelek girîng di serkeftinên hêzên pêşmerge de lîstiye û heta dawî li hember terorîstan bi dilsozî şer kir lewre ji dest dana vî wendahiyeke mezine.Kak Feredûn bi serbilindî jiya û bi serbilindî jî wefat kir û hertim navê vî jî weke qehremanekî gelê me bi zindî dimîne.Bi vê minasebeta han ya xemgîn perse û serxweşiyên xwe pêşkêşî hêzên pêşmerge, Serkirdatiya PDKê, endam û alîgirên PDKê û tevahiya gelê Kurdistanê dikim û perse û hevxemiya xwe jî bo malbeta têkoşer kak Feredûn û tevahiya xizim û kesûkarên vî û hevalên rehmetî diyar dikim û daxwaz ji xwedê mezin dikim sebir û sebûrî bide tevahiya aliyan

Back to top button