Polîtîk

Bi 9 milyon dinar miaş xanenişîn bû

Serokê parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed, ku li ser pişka Gorranê bibû serokê parlamentoyê, dest ji kar kişand û  xanenişîn(Tekaût) bû!Miaşê wî yê xaneşîniyê 9 milyon dînar e.Serokê parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed, îro li bajarê Silêmaniyê di civîneke rojnamevaniyê de îstifaya xwe ji serokatiya parlamentoyê ragihand.Beriya niha şêwirmendê parlamentoya Kurdistanê Medhed Silêman ji BasNewsê re gotibû, piştî ku nameya îstifaya serokê parlamentoyê ji aliyê parlamentoyê ve hat pesendkirin, dê bi mûçeyê 9 milyon dînar were xanenişînkirin.Îstifakirina serokê parlamentoya Kurdistanê piştî wê yekê hat kirin ku Gorranê biryar da ji hikûmeta Kurdistanê vekişe.Wezîrên Gorranê jî di heyama du-sê rojên borî de nameyên îstifaya xwe radestî hikûmetê kiribûn.Jibilî Gorranê, Komela Îslamî jî ji hikûmetê vekişya. Wezîr û wekîlên wê partiyê jî ji nav hikûmetê derketin.    

Back to top button