BFC li Efrînê bû hêviya qurbaniyên erdhejê
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dibêje ku, wan 250 ton made û dermanên cuda radestî Efrînê kirine. “Li Rojavayê Kurdistanê pêwîstiyeke mezin bi şîr, çadir û betanî heye.
Roja 2-10-2023, ji bo yekem car bi rêya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, alîkariyên mirovî derbasî sînorê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê bûn.
Berpirsê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed li Efrînê da xûyakirin ku, “Di roja yekem a karesatê de, ji aliyê Ofîsa Serok Barzanî ve ji me re hat gotin, çi ji destê me tê, em bikin. Cihên ku bi trajediya re rû bi rû mane, mixabin ku pir û pir mezin e.
Mûsa Ehmed da zanîn ku serokwezîr û çend aliyên din wek Wezareta Tendirustî û Navxwe erkdar kiriye ku alîkariya mexdûrên Bakur û Rojavayê Kurdistanê bikin.
Berpirsê dezgehê Xêexwaziya Barzanî dibêje: “Me 250 ton xwarin û pêdiviyên pêwîst anîne, xwarina hişk, betanî av û 18 ton derman jî m Ev karwana me ya yekem e û karwana me ya duyemîn jî dê hejmarek amûran bi xwe re bîne. Mixabin hîn jî gelek kes di bin ae aniye. “
Mûsa Ehmed da zanîn ku wan daxwaz kiriye û pêwîstiya xelkê Efrînê bi çadir û betanî heye û di karwaneke din de jî dê li deriyê Îbrahîm Xelîle çadir û betanî radestî Bakurê Kurdistanê bikin û beşek ji wan jî dê bidin Efrînê.
“Li vir xwarin nîne, pêwîstiyên zarokan nîne, şîrê zarokan pêwîst e. Em ji welatiyên li hundir û derveyî Kurdistanê daxwaz dikin ku bi alîkariyên xwe piştgiriyê bidin welatiyên Efrînê.”
“Vekirina ofîseke taybet li vir ji bo me piştgiriyeke baş e. Rêxistinên navneteweyî tekez kirin ku ew amade ne ku bi rêya me alîkariyê ragihînin, ku ev navgînek e.”