Civak

Bexdayê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser avakirina komîteya peymanên petrolê li hev kir

Endamê Komîsyona Petrol, Gaz û Çavkaniyên Siruştî ya Parlamentoya Iraqê Ednan Cabirî diyar kir ku Bexda û Rêveberiya Herêma Kurdistanê li ser girêbestên petrolê li hev kirine.

Cabirî, di daxuyaniya xwe ya ji bo Rojnameya Sabahê got ku, her du wezaretên petrolê ji bo pêdaçûna girêbestên petrolê yên Herêma Kurdistanê li ser avakirina komîteyek şêwirmendiyê li hev kir.

Cabirî got: “Lijne wê bibe aliyê sêyem û wê girêbestên petrolê yên ku Herêma Kurdistanê îmze kirine, lêkolîn bike û ji bo Bexdayê veguhêze”.

Cabirî da zanîn ku “Tirkiyê amadebûna xwe ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ya bi rêya bendera Ceyhanê nîşan daye, lê ji ber ku bingeha pirsgirêkê di peymanên petrolê de ye pirsgirêka hinartina petrolê nehatiye çareserkirin” û got:

“Herêma Kurdistanê dixwaze hemû rêkeftin di zûtirîn dem de bên çareserkirin. Lê hikûmeta Iraqê dixwaze her girêbestekê bi awayekî cuda çareser bike, ji ber ku nirxê derxistina bermîlek petrolê digihêje 26 dolarî ku ev jî rekor e. Li kêlgehên Besrayê nirxê derxistina her bermîlek petrolê tenê digihêje 7 dolaran”.

Back to top button