Cîhan

Bexda û Enqere civineka ewlehiyê li darxistin

Şandeke bilind a Tirkiyeyê bi serokatiya Weîzrê Derve yê wî welatî Hakan Fîdan îro (Pêncşem, 14.03.2024) gehişt Bexdayê û ji aliyê Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên ve pêşwazî lê hat kirin û bi hev re civîneke bilind a ewlehiyê kir.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, Wezîrê Bergiriyê yê Yaşar Guler, Serokê MITê Îbrahîm Kalin û şanda li gel wan ji bo civîna ewlehiyê serdana Bexdayê kirin.

Li Bexdayê li gel şanda irakî ku, bi serokatiya Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên ji Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî Qasim Arecî, Wezîrê Bergiriyê yê Îraqê Sabit Ebasî, Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed û Serokê Desteya Heşda Şebî Falih Feyaz pêk hatibû civiyan.

Tevî ku li ser naveroka wê civînê çi ragehandineke fermî nehatiye belavkirin, Wezareta Derve ya Tirkiyeyê di peyamekê de li ser tora civakî ya Xê tenê amaje daye civîna ewlehiyê ya navbera her du welatan.

Pêştir jî Wezareta Derve ya Tirkiyeyê ragehandibû, “Pirsa hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya benderê Ceyhanê yek ji tewerên danûstandinên navbera berpirsên Îraq û Tirkiyeyê ye”. Amaje jî dabû, “Tirkiye tev amadekarî ji bo destpêkirina hinardekirinê kirine û tiştê ku rêgir e ji destpêkirina Hikûmeta Îraqê ye”.

Back to top button