Polîtîk
Bexda bi pêşniyara Goran navê Kurdistanê rakiriye
Seroke fraksiyona PDKê li parlementoya Iraqê da xûyakirin ku,, hikûmeta Iraqê li ser daxwaza Tevgera Gorran navê herêma Kurdistanê di projeya yasayê de neaniye û danûstandina Bexdayê ya li gel parêzgehên herêma Kurdistanê di cîh de hatiye dîtin.Serokê fraksiyona PDKê li li parlementoya Iraqê Erefat Kerem ji BasNewsê re ragehand, derket ku pêşneyara gohertina navê herêma Kurdistanê û danûstandina rasterast a Bexda li gel parêzgehên herêma Kurdistanê ji aliyê Tevgera Gorran û fraksiyona wê tevgerê ve li parlamentoya Iraqê ji hikûmeta Iraqê re hatiye dayîn.Herwaha behsa vê yekê jî kir, ku daxwaza Gorran bo tolhildan bû li dijî daxwazên gelê Kurdistanê, ku biryar derbarê çarenivîsa xwe de dabû.