Civak
Beşîkçî Serdana Başûrê Kurdistanê dike
Nivîskar û Zanyarê navdar Îsmaîl Beşîkçî îro dê were Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û biryara Beşîkçî 5 rojan li Kurdistanê bimîne.
Li çarçêweya serdana xwe de, Beşîkçî dê li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Zanîngeha Selahaddînê semînerek li dar bixe û li gel rojmanevanên Kurdistanê jî dê civîneke rojnamevaniyê saz bike.
Her çende heta niha di derbarê bernameya serdana Beşîkçî de tu zanyariyeke din nehatiye belavkirin lê gotin ku dê serdana Serokayetiya Kurdistanê û Parlementoya Kurdistanê jî bike.