KulturRojev

Beşekî kurt ji romana Pirtûka Ken û Jibîrkirinê

Yê ko pirtûkan dinivîse yan her tişt e (ji xwe re û ji yên din re cîhaneke taybet e) yan jî ne tiştek e. Û ji ber ko dê her tişt ti carî ji kesî re neyê dan, em hemû evên pirtûkan dinivîsin ne tiştek in. Em ne pênas in, çavnebar in, birîndar in, em mirinê ji hev re dixwazin. Em hemû di vê yekê de weke hev in: Banaka, Bîbî, ez û Goethe jî.

Meyldariya mezin û berfereh bo nivîsandinê di nav siyasetvan, şofêrên taksiyan, dê û bavan, xanim, kujer, diz, pûşt, parêzgar, pijîjk û nexweşan de ji min re diçespêne ko her kes, bê cudayî, di nava xwe de weke derfet nivîskarekî dihilgire. Naxwe mirov bi mafdarî dikare xwe berde nav kolanan û biqîre: Em hemû nivîskar in!

Ji xwe her kes xemê dikişêne ko nedîtî nebihîstî û bê ko gerdûn pêça xwe bidiyê ewê here nemanê. Ji ber vê jî ew dixwaze berî wext derbas bibe, ew bi xwe bibe gerdûna peyvan.

Ta carekê (û dê nêzîk be) nivîskarê di hemû mirovan de şiyar bibe, ew roj dê rojên kerbûna giştî û netêgehştane bin.

Zagros Haco

Back to top button