Protokola ku navbera serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û serokê Partiya Zaferê Umit ozdag de hatî imzekirin, bû sedemek mezin ku, muxalefet ji hev dipelişe. Herî dawî Partiya Çep a Kesk jî da xûyakirin ku, ev protokol bû sedemê nerihetiyek mezin di nava bingehê partiyê de.
Rêveberên HDP’ê yên ku ji ber doza girtinê ji lîsteyên Partiya Çepên Kesk beşdarî hilbijartinên 14’ê Gulanê bûyin dan xûyakirin ku, kirin ku di 14 û 28’ê Gulanê de “bê şert û merc” piştgirî dane Kiliçdaroglû.
Partiya Keska Çep didaxûyaniua xwe de dibêje:
“Tirkiye yan wê ber bi demokrasiyê ve biçûya, yan jî wê zêdetir bibûya otokratîk. Me tercîha xwe ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê kir. Ji ber vê yekê me bi awayekî yekalî piştgirî da Kiliçdaroglu.” Çavkaniyên HDP’ê diyar kirin ku “di berdêla piştgiriya Kiliçdaroglû de tiştek nexwestin û di vî warî de hevdîtin jî pêk nehat.”
Lê serkirdeyên partiyan behsa rêkeftina Kiliçdaroglu û Ozdag kirin û gotin, “Me bi navê demokrasiyê piştgirî da wê û me tu daxwazî nekir, lê tê wê wateyê ku kesekî li pişt deriyên girtî danûstandinan kiriye. Ev rewş di binkeya me de bû sedema nerazîbûneke gisehî.”
HDP bi xwe vê daxûyaniyê de rastiyê nabêje. Ji ber ku berpirsên HDPê li gel CHP hevdîtin kirin. Wan jî li gel CHPê protokolek nehînî îmzekirin. Lê heja ew jî eşkere nebûye. Ji HDPê behtir Qendil li gel CHP û taybetî li gel Kiliçdaroglu li hevhatibû.
Dema kongreya HDPê çêbe , dê ev yek bandora xwe dîyar bike. Herweha ihtimalek mezin mimkine ku, hevdîtinên Qendil û CHPê jî bi awayekî bibe babeteka kongreyê CHPê bi xwe jî.