Cîhan
Berpirsekî Hamasê ji CNN re got: Kes nizane çend rehîneyên Îsraîlî hîn sax in..
Berpirsê Hamasê Usame Hemdan, ku niha li Lubnanê ye, hevpeyvînekê de ligel CNN kir, û di derbarê dîlên Îsraîlî de got: “Tu kes nizane” ka çend ji 120 rehîneyên mayî li Xezayê hîn sax in,
Hamdam bi rojnamevanê CNN Ben Wedeman re li Beyrûtê axivî, li wir wî got ku Hamas “pêdiviya helwesteke zelal ji Îsraîlê heye da ku agirbestê qebûl bike, divê bi tevahî ji Xezayê vekişe, û bila Filistînî bi xwe paşeroja xwe diyar bikin,” CNN li ser zarê wî got. , “ji nû ve avakirin û rakirina dorpêçê pêwiste , û em amade ne ku li ser lihevkirinek adil li ser pevguhertina girtiyan biaxivin.”
Wî di berdewamiya axavtina xwe de got ku mijara sereke ya agirbestê dirêjbûna wê ye û îdia kir ku Îsraîl naxwaze hemû gavên lihevkirinê bişopîne.