Polîtîk

Berpirsê leşkerî yê YNKê: Êrîşa Tirkiyeyê ya li sînorê Duhokê ji ber hebûna çekdarên PKKê ye

Şêwirmendê ewlehiyê yê hêzên Pêşmergeyên YNKê ji kanala BBCyê re ragehand, êrîşa Tirkiyê li sînorê Duhokê ji ber hebûna çekdarên PKKê ye û got nabe rê bê dayîn ku axa Iraqê re êrîş li ser Tirkiyeyê pêkbên.

Kanala BBC raportekî bi zimanê emîndarê giştî yê berê yê Wezareta Pêşmerge û naha Şêwirmendê Ewlehiyê yê Hêzên Pêşmergeyên YNKê Cebar Yawer  ragehand, çend roje Tirkiye operasyonekî berfireh li nahyeyên Bamernê û Kanî Masî yên li sînorê qeza Amêdî ya parêzgeha Duhokê daye dest pê kirin û armanca wê dest li ser du çiyayên giring de bigre ku ew jî çiyayên Metîna û Gare ne ku binkeyên PKKê li wan herdu deveran in.

Herwaha dibêje: ‘’Sedemê vî şerî hebûna partiyeke opozîsyona Tirkiyeyê ku ew jî PKK ye û çekdarên wê ne ku 40 sale li wan cîha nin. Bahaneyên Tirkiyeyê ji ber hebûna wan çekdarane.’’

Cebar Yawer behsa wê yekê jî kir ku hatin Tirkiyeyê bo nav axa Herêma Kurdistan û Iraqê binpêkirina yasayî ya navnetewî ye. Herwaha hebûna hêzên opozîsyon jî li ser axa Iraqê û operasyon êrîşan bike bo nav axa Tirkiyeyê ev jî kareke neyasayî û rê jê re tê dayîn nîne. Ti rezamendiyekî fermî tine ji aliyê Hikûmeta Federal ve bo wan kara ne. Iraq di rewşa şer de nîne li gel Tirkiyeyê û peywendiyên dostane û serdan di navbera herdu aliyan de hene.’’

Cebar yawer basî leweş kirduwe ke hatnenawewey turkya bo nêw xakî herêmî kurdistan û ‘êraq, pêşêlkirdnî yasay nêwdewlletîye, herweha ”bûnî hêzî opozsyonîş ke leser xakî ‘êraqewe operasyon bkat bo nêw xakî turkya, ewe karêkî nayasayî û rêgepênedrawe. Hîç rezamendîyekî fermî nye le layen hkûmetî fîdrrallîyewe bo em kare. ‘êraq le halletî şerrda nye legell turkya û peywendîy dostayetî û serdan le nêwan herdûla heye.“

Ev gotinên Cebar Yawer di demekî de ne ku hin ji rêveberên YNKê li navxweyî Kurdistanê bi zimaneke din diaxivin û hewl didin PKKê ji berpirsyartiya li hember wan bahaneyên dide Tirkiyê û êrîşên li ser axa Kurdistanê dûr bixin.

Back to top button