Bernema Partiya Paşerojê û pirsa Kurd
DI BERNAMEYA PARTIYA DAVUTOGLUYÎ DE PIRSA KURD Û PÊWENDIYÊN BI HERÊMA KURDISTANÊ RE
Bernameya Partiya Gelecekê ji 143 rûpelan pêk tê û pirsa kurdî jî di bin sê xalan de hatiye vegotin.
Li gor vê partiya nû sedema pirsa kurdî kêmbûna mafên demokratîk e. Dewletê, ji ber hin xemên xwe yên dîrokî mafên demokratîk ên kurdan asteng kirine û hinek alî (PKK) sûd ji vê wergirtine. Lewma ji bo çareserkirina vê pirsê divê rê li ber cûdakariyê were girtin û dive bawerî bi kurdan were dayîn ko ew welatiyên wekhev ên Tirkiyeyê ne.
Başkirina pêwendiyên bi herêma Kurdistanê re jî beşeke vê çareseriyê ye. Li gor Partiya Davutogluyî pêkhateyên herêma Kurdistanê xizm û kes û karên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ne û divê bi herêma Kurdistanê re pêwendî werin pêşxistin.
Partiya Gelecekê çareserkirina pirsa rojavayê Kurdistanê û Suriyeyê jî di vê çarçoveyê de dibîne û dibêje wekî ya li herêma Kurdistanê pêwendiya xizmayetiyê di navbera pêkhateyên rojavayê Kurdistanê û bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de jî heye. Lewma divê pêwendiyek nêzik bi wan re were danîn. Girîng e, pêkhateyên li rojavayê Kurdistanê di nava aşitiyê de bijîn û desttêwerdanên leşkerî werin astengkirin. Divê rêbazên diplomatîk werin bikaranîn û ji bo aşitiyeke mayînde şerê li Suriyeyê dawî were. Partiya Gelecekê digel ceribandina rêyên diplomatîk amaje dike ko gefên ji bakurê Suriyeyê dikare bi rêyên leşkerî jî were jinavbirin.