Pênc rêxistinên navnetewî yên azadîya çapemenîyê serdana Tirkîyê kirin. Di daxuyanîya hevpar a heyetê de, ku hikûmetê hevdîtina bi wan re red kir, hat destnîşankirin ku krîza azadîya çapemenîyê li Tirkîyê her ku diçe kûrtir dibe.
5 rêxistinên navnetewî yên azadîya çapemenî û rojnamegerîyê serdana Tirkîyê kirin û têkilîyên cuda pêk anîn. Piştî ku peywira xwe bi dawî kirin daxuyanîyek weşandin. Di daxuyanîyê de di derbarê azadîya çapemenîyê de hikûmet bi tundî hat rexnekirin û hat destnîşankirin ku berpirsiyarên êrîş û gefên li dijî rojnamegeran bê ceza mane. Heyeta ku di bin serokatîya Enstîtuya Çapemenîya Navneteweyî (IPI) û Komîteya Netewî ya IPI ya Tirkîyê de hat Tirkîyê, ji Komîteya Paraztina Rojnamegeran (CPJ), Navenda Azadîya Çapemenî û Çapemenîya Ewropayê (ECPMF), Çavdêrîya Trans-Ewropayê pêk dihat. Ji bo welatên Balkan û Kafkasyayê (OBCT) û Rojnamegerên Sînornenas (RSF) di daxuyanîya ku ji alîyê nûnerên sazîyan ve hat dayîn de hat gotin: “Krîza azadîya çapemenîya Tirkîyê di sala dawî de kûrtir bûye. Xebatên wan ên pîşeyî, di nav de binçavkirin û darizandina keyfî û bêcezahiştina kesên ku êrîş û gefan li çapemenîyê dikin her ku diçe zêde dibe”.
Di daxuyanîyê de hat ragihandin ku piştî hilbijartinên îsal ên Tirkîyê di warê azadîya çapemenîyê de tu rehetî nemaye û wiha hat gotin: “Berevajî vê, berî hilbijartinên herêmî yên sala bê, zextên li ser rojnamegerên rexnegir her ku diçe zêde dibin. Medya bi taybet di dema erdhejên wêranker ên ku di Sibata 2023an de qewimîn de hat armanc kirinwê”.
Di hevdîtinên xwe yên li Tirkîyê de endamên sazîyên rojnamegerî yên navnetewî bi kes û sazîyên wek rêxistinên rojnamegerîyê, rêxistinên civaka sivîl, Dadgeha Destûra Bingehîn, Desteya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTÛK) û Nûnertîya Yekîtîya Ewropa ya Tirkîyê, Partîya Gel a Komarî re hevdîtin pêk anîn. Bi CHP, DEVA,EMEP), Partîya Keskan û Pêşerojê ya Çep re civîya. Daxwaza heyeta navnetewî ji bo hevdîtina bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç, Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya, Seroka Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a TBMM Derya Yanik, Serokê Komîsyona Medyaya Dîjîtal Huseyîn Yayman, Serokê Giştî yê Komîsyona Edaletê Cuneyt Yuksel, Serokê Giştî yê RTUK Ebubekir Şahîn û Midûrê Ragihandinê yê Serokkomariyê Fahrettin Altun bê bersiv man.