Berê mirov nedikarî bigota ez Kurd im û Ereb im.

Alîkarê Serokê Giştî yê AKP’ê Mehmet Ozhasekî li Serokatiya Bajêra Hatayê ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist.

Ozhaseki CHP û awayê muxalefet kirina CHP rexne kir.

Ozhaseki da xûyakirin ku, asoya CHPê gelekî teng e û got:Stratejiya CHP’ê ewe ku, dibûje: ‘Bila Serokomar Recep Tayyîp Erdogan here, çi dibe bila bibe, bila AK Partî biçe, çi dibe bila bibe.’ Dema ku AKP herû dû CHP çi bike? Ne diyar e.

Ozhaseki berdewamiya axavtina xwe de got: Rûxandina rejîma wesayetê, berfirehkirina azadiyan, ez ne tenê behsa kefiya serû jina dikim. Ji kerema xwe hay ji xwe hebin, berê mirov nedikarîn bigotana ez Kurd im, nedikarîn bigotana ez Ereb im, nedihiştin bi zimanê xwe biaxivin, ji van tiştan xelk dikuştin. Niha di warê azadiyan de heta dawiyê bi xizmetên AK Partiyê re rû bi rû ne. Em gelek spas dikin, ji ber vê yekê em ê wek AK Partiyê xebatên xwe bidomînin.”

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: