Berê Davutoglu li Diyarbekirê ye
Eve demeke behsa damezirandina partiyrek nû tê kitin. Serokkomarê berê Abdullah Gul û serokwezîrê berê Ahmat Davutoglu ji AKPê vediqetin û partiyek nû ava dikin.
Gelek nûçeyên cuda di derbarê partiya ku nû bê damezirandin de derketin. Niha jî tê gotin ku, Abdullah Gul û Ahmet Davutoglu 27 Gulanê bi hevre serdana Diyarbekir dikin.
Ji bo partiya nû îdiayên cuda hene, tê gotin ku du partîyên nû ji aliyên yên ji AKPê vediqetin tênd damezirandin. Hêja nekifşe ku, ka gelo Abdullah Gul dê kijan aliyekî de cihê xwe bigre. Aliyekî Ahmet Davutoglu û aliyek din jî wezîrê derve yê berê Ali Babacan heye.
Eger roja 27 ê Gulanê Gul li gel Davutoglu serdana Diyarbekirê bike, ev tê wateyaku Gul lo gel Davutoglu partiya nû de cih digre.
Lê hêja rewş ne zelale .