
Zagros Hiwa, yek ji berdevkê PKKê, ji ajansa nûçeyan a APê re got, “Komek şervan dê rojên di navbera 10-12ê Tîrmehê de ji çiyayan dakevin û çekên xwe di bin çavdêriya NGOyan û aliyên peywendîdar de wekî nîşanek niyeta baş ji bo aştî û siyaseta demokratîk ji holê rakin. Hejmara wan dikare di navbera 20-30 de be.”
PKK, ku piştî banga Rêberê PKKê Abdullah Öcalan di Sibatê de biryar da ku xwe ji holê rake, ragihand ku pêvajoya bêçekkirinê dê hefteya bê dest pê bike.
Di daxuyaniya PKKê de hat gotin, “Komek gerîla dê ji çiyayan dakevin û xatir ji çekên xwe bixwazin wekî nîşanek niyeta baş ji bo aştî û siyaseta demokratîk.”
Ajansa nûçeyan a APê ragihand ku merasîma bêçekkirinê, ku tê payîn rojekê di navbera 10-12ê Tîrmehê de pêk were, dê li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê were lidarxistin.
Berdevkê PKKê Zagros Hiwa diyar kir ku “şervan dê çekên xwe di bin çavdêriya rêxistinên civaka sivîl û aliyên peywendîdar de ji holê rakin” û got, “Hêj ne diyar e ku çend şervan dê beşdarî merasîmê bibin, lê dibe ku di navbera 20 û 30 de be.”
Berdevk Hîwa destnîşan kir ku ji bo ku PKK gavên din ber bi çekberdanê ve bavêje, “divê tecrît a li ser Ocalan bi dawî bibe û gavên destûrî, qanûnî û siyasî werin avêtin da ku gerîlayên ku stratejiya têkoşîna çekdarî terikandine, ji nû ve tevlî siyaseta demokratîk a Tirkiyeyê bibin.”
Karbidestekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku bi AP re axivî û xwest ku navê wî neyê eşkerekirin, diyar kir ku “ji bo ku Tirkan dilniya bikin, li ser hilweşandina sembolîk a hin çekên sivik li hev kirin” .