Hat diyarkirin ku li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li şûna Cotyar Adil Pêşewa Hewramanî wek Berdevkê Hikûmetê hat destnîşankirin.
Pêşewa Hewramanî ku parlemanterê berê yê Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) bû, bû berdevkê hikûmeta nû. Cotyar Adil, ku di civîna çapemenîyê de erka xwe dewr kir, wê wek Serokê Buroya Çapemenî û Ragihandinê erka xwe bidomîne.