PolîtîkRojev

Berdêla ku gelê Kurd û zarokên wan daye diyar e

 

Axaftina ku Wekîlê TÎPê yê Stenbolê Ahmet Şik bi dengdêrekî re li ser medyaya civakî kiribû,raserî gelek bertek û rexneyan hat. Ahmet Şik ji bo kesê ku gotibû, “Ewqas baregehên HDPê yên dijwar û mezhebî hene” gotibû “Hîn jî hene” dev avêtibû HDP û Selahattîn Demîrtaş Her çiqasî TÎP û Ahmet Şik bi nivîskî lêborîna xwe ji HDP û Kurdan xwest jî, gotinên Şik di nava partîya wî de bû cîhê nerazîbûnê û du endamên TÎPê ji partîya xwe îsîtîfa kirin.

Piştî ku Şahîn Ozsoy îstifa kir, nivîskar Murat Uyurkulak jî îstifa kir.

Namzetê Parlamenterî yê Partîya Karkerên Tirkîyê (TIP) a Stenbolê Mert Şahîn Ozsoy, piştî gotinên Wekîlê TÎP’ê Ahmet Şik yên di derbarê HDP de, ji endamtîya partîyê û namzetîya xwe îstifa kir. Piştî vê îstifayê nivîskarê TÎPê Murat Uyurkulak jî bi daxuyanîyekê îstîfa xwe ragihand. 

Namzedê parlamenterî yê Herêma 3.emîn ê Stenbolê Ozsoy di daxuyanîya xwe de got: “Berî her tiştî ez Ahmet Şik ji ber van gotinên qirêj şermezar dikim û efû nakim. Ez wek welatîyekî Behra Reş li ser navê hemû gelê Tirkîyê lêborîna xwe ji rêhevalên xwe yên Kurd dixwazim. Ez di wê bawerîyê de me ku divê têkoşîna me ya azadîyê tenê bi biratî bê kirin û ez nafikirim ku ti çareyek din hebe. Ji ber vê sedemê ez xwe ji namzedîya TÎP (Partîya Karkerên Tirkîyê) ya parlamenterîyê û endamtîya partîyê vedikişînim û îstifa dikim. Em ê bi ser bikevin. Bijî biratîya gelan”. 

Nivîskar Murat Uyurkulak jî li ser Twîtterê ragihand ku wî ji endamtîya TÎPê îstifa kiriye û wiha got: “Ez ji endamtîya partîya xwe îstifa dikim. Ez li bendê bûm, min sebir kir. Matematîk zelal e. Berdêla ku gelê Kurd û zarokên wan daye diyar e. Ji hestên şoreşgerî yên tifaqê re hinekî dilsozî bes bû. Ez dengdêrê navçeya 2 ya Stenbolê me. Ezê dengê xwe bidim Kemal û YSP”.

 

Back to top button