Civak
Berbijêrên serbixwe li Diyarbekirê daxûyaniya li xelkê belav dikin
Namzetên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat ên Amedê Sait Aydoğmuş, Zeki Ekinci, Ramazan Kahramaner, Hidayet Fidan îro (12.03.2019) li Amedê, li gereka Dag Kapı û Sûrîçî yê, li gel Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Serokê Giştî yê PSKyê Mesut Tek û rêvebir û endamên PAK û PSKyê û hinek sîyasetmedarên Kurd , belavoka hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat li esnafan û li gel belav kirin.Gel û esnafan pêşewazîyeke germ nîşanî namzetên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat dan.