KulturRojev

Belge filma “Nanê Pîroz” du xelatên herî mezin wergirtin

Kulberên Kurd, karek gelek xeterane dikin da ku bikaribin debara xwe bikin. Ew bara didin pişta xwe û sinorê Îranê de derbas dikin. Berf û baranê de barê xwe radikin û gelek rêyên çiya yên asê de hewldidin barê li pişta xwe bigihînin cihê pêwist. Vê yekê ba û bahozan de dikin.Ev beşek ji Jiyana wan e , ji bo bikaribin rojane nanê xwe bixûn û pariyek nan bibin nav zarokên xwe.

Gelek cara di rêyan de rastî gulebarana polisên sinor tên, birindar dibin û hinek Jiyana xwe ji dest didin.

Ev Jiyana Kulberên Kurd bûye belge filmek û wek dekomanterekî . Neh salan timên filmê li dêv wan geriyan û rojane çûyin hatina wan kirin film. Encama neh salan de belge film hate temam kirin.

Navê belge filma kulberên Kurd kirin NANÊ PÎROZ. Di festivala Newdawlati Filmi Trentoy Italy de, du xelatên herî mezin wergirt. 

Derhinêrê Filma Nanê Pîroz, Rehim Zabihî ye û ew ji Kurdistana rojhilat ji devera banê ye. Zabini sala 1971ê ji dayik bûye.

Back to top button