Cîhan

Behrem Salek bû serokkomarê Iraqê

Parlemantoya Iraqê de û di gera duyem ya hilbijartinê de berbijarê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Berhem Salih bi koma dengên 120 perlemanteran wek Serokomarê Iraqê hat hilbijartin.Hilbijartina Berhem Salih piştî wê tê, Partiya Demokrat a Kurdistanê berbijarê xwe bo postê Serokomariyê Fuad Husên vekişand.Firaksiyona PDKê di parlemantoya Iraqê de di daxuyaniyekê de ragihand, “Di dema tekez dikin ku baweriya me bi mîkanîzma demokrat û binemayên destûrî heye, lê ewê niha li parlemantoya Iraqê dibînin û derbarê hilbijartina Serokomarê Iraqê de têbînî dikin, bi ti awayekî bi binemayên rêkeftina di navbera firaksiyonên Kurdistanî de nagunce.”Herwiha hatiye, “Ewê rêkeftin li ser hatiye kirin ew e, ku tevahiya aliyên Kurdistanî li ser yek berbijar bo Serokatiya Komar rêk bikevin, yan jî bi hilbijartina di nava firaksiyonên Kurdistanê de yekalî bihata yekalîkirin, ti carî vê yekê rû neda.”Piştî sund xwarinê Behrem Saleh daxûyaniya xwe de got: Ezê yekitiya Iraqê biparêzim û dê bibim parêzerê hemû Iraqê.

Back to top button