Polîtîk

Bedirxan Sindî ji berbijêriya PDK ya Parlemena Iraqê venakêşê

Li gor nûçeyên medyaya Kurdî qaşo Bedirxan Sindî berbijêrê Partiya Demokrata Kurdistanê li parêzgeha Dihokê ya Parlemena Iraqê, li hilbijartinê vedikişê, lê belê îro Bedirxan Sindî beşdariya ahenga bangeşeya PDK li bajaro Zaxo kir û berbijêriya xwe dûbare eşkere kir.

Bedirxan Sindî ji bajarê Dihokê berbijêrê PDK yê Parlemena Iraqê ew li sala 1943 li Zaxo ji dayik bûye, sala 1966 – 1975 kolêja perwerdeya li Bexda û Doktoraya li warê psikolijî li Brîtanya wergirtiye.

Sala 1991 – 1995 berpirsê Dezgeha Rewşenbîriya Kurdî bûye li Bexda û sernivîskarê kovarên Rengîn û Rewşenbîrî Kurdî bû. Sala 1998 li Bexda hatiye girtin û zîndanê heta hetayî bûye û paşê bi lêborîna giştî hatiye azad kirin. Ji sala 2005 ve sernivîskarê rojnameya El Teaxî ya PDK ye.

Back to top button