Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Mihemedê Hacî Mehmûd ragihand ku moral û bergiriya Hêzên Pêşmerge pir bilind e û dijmin şikandine, lê divê welatên cîhanê zêdetir alîkariya Hêzên Pêşmerge bikin, eger di operasyona Mûsilê de jî Pêşmerge beşdar nebin pir zehmet e hêzên din bi tenê bikaribin wî bajêrî ji destê DAIŞê derxînin.Mihemedê Hacî Mehmûd ji malpera KDP.info re ragihand: “Tenê DAIŞê bi destê Hêzên Pêşmerge hatiye şikandin. Meseleya berdana DAIŞê û wêrankirina wan li ser axa Kurdistanê tenê Hêzên Pêşmerge ew kar kirine. Rewşa Hêzên Pêşmerge li eniyên şer nexerab e, lê ji aliyê îmkaniyat û pêdviyên çekan û heta digihê jiyana rojane, dibe ku wek pêwîst nebe, lê moral û bergiriya Hêzên Pêşmerge pir bihêz e û dijmin şikandine û 40 % ji axa Kurdistanê ji destê terorîstên DAIŞê azad kirine.”Hacî Mehmûd: “Eger di azadkirina Mûsilê de Hêzên Pêşmerge beşdar nebin, pir zehmet e ku hêzên din bi tenê karibin wî bajêrî ji destê terorîstan derxînin, lewma bo rizgarkirina Mûsilê eger Hêzên Pêşmerge beşdar bibe pêwîst e bi merc beşdar bibe û helwesta xwe hebe, herwiha pêşwîst e serkirdatiya kurdî jî xwedî helwest be, ji ber ku wek em dibînin hin welat wek pêwîst kar ligel Hêzên Pêşmerge nakin, ew jî di demekê de ye ku Pêşmerge tek hêz e ku kariye terorîstln DAIŞê bişkînin.”
Pêş
01/07/2025
DEM operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê şermezar kir.
01/07/2025
Serok Nêçîrvan Barzani û Balyozê Fransayê rewşa deverê nirxandin
Têkildar
Balkêş e ?
Close