Polîtîk

Bê dengên opozisyonê budceya 2013ê hat qebûl kirin

 

Parlamentoya Kurdistanê di civîna xwe ya duhî de, budceya herêma Kurdistanê a sala 2013ê bi pirnaiya degan qebûl kir û  parlamenterên opozisyonê deng neda budceyê.

Duhî roja îniyê 15.02.2013ê, parlamentoya Kurdistanê bi 61 dengên erê û  32 dengên nexêr, budceya herêma Kurdistanê pesind kir.

Parlamenterekê ser bi opozisyonê ve dibêje ku, ji ber ku wan gelek têbînî li ser reşnivîsa qanûna budceya sala 2013ê hebû wan deng jê re neda.

Weke tê zanîn serokatiya hikûmeta herêma Kurdistanê, ji bo pesindkirina budceyê, roja 20.12.2012ê, reşnivîsa qanûna budceyê bo parlamenroya Kurdistanê şandibû.

Budceya herêma Kurdistanê a sala 2013ê 15 tirlyon û  257 milyar û  849 milyon dînar e.

 

Back to top button