BDPê silav li min nekir
Hînêrmendê naskirî Şivan Perwer li gel kanala televizyona HaberTurkê dilê xwe vekir û gelek tişt gotin. HaberTurkê li Hewlêr li gel Şivan Perwer bernameyek çêkir. Şivan di bernameyê de behsa çûyîna xwe ya Diyarbekir kir.
Şivan di derbarê serdanan xwe ya Diyarbekirê de got: Gelek caran berpirsên hukumetê û Ak Partiyê ez vexwandim Tirkiye. Lê ez neçûm. Min dixwest ez piştî li hevhatina Ak Partiyê û BDPê biçûma Bakur. Lê nebû. Herî dawî ez li ser daxwaziya serokê Kurdistanê Mesud Barzanî çûm Diyarbekirê.
Ak partiyê gelek baş pêşwaziya min kir. Lê BDPê nexwest merhebayê jî bidin min. Tenê Leyla Zana bi germî pêşwaziya min kir û ez spasiya wê dikim.
Di derbarê PKKê û BDPê de perwer got:
PKKê gelek caran neheqî li min kir. Nehiştin ez konsera pêkbînim, êrîşê konserên min kirin. BDPê silavek neda min. Lê Ak Partî xwe nêzikî min kir. Gelek caran ez vexwandim Tirkiye. Dema min li gel Serokê Kurdistanê serdana şeredariya Diyarbekirê jî kir, BDPyîyan nexweztin li wê derê heyîna min bibînin. Li ber kamera merhabeyek nedan min. Lê dema kamera hatin girtin, merhaba dan min. Gotin min em ber stranên te mezin bûne. Lê ne rast dêbêjin. Ew zarokên dohin min karek û xebatek ji bo baweriya xwe û welatê xwe kiriye.
Şivan Perwer behsa rexneyên serokê CHPê jî kir û got: Kiliçdaroglu bila gazinda ji min neke. Ez ne ji bo propaganda Ak Partiyê hatim. Xebeta min ji bo Kurd û Kurdistanê herkesek dizane. Lê Kiliçdaroglu hêja nikare bêje ew kurde. Ew kurde û ji Dersimêye.