Polîtîk

BDP-ê operasyon şermezar kirin

Rêxistinên BDP- yên bajarê Stanbulê operasyonên bi nave KCK-ê têne kirin bi daxuyaniyek çapemeniyê şermezar kirin.

Doh gelek endamên BDP-ê û parlementerên BDP-ê li Stanbulê hatin ba hev û girtinên di vê dawiyê de ji aliyê polisan ve hatîn kirin û operasyonên bi nave KCK-ê têne kirin şermezar kirin. BDP-ê dixwest ku berê xwe bidin meydana Taksimê û li wê derê daxuyaniya xwe ya çapemeniyê ragihînin. Lê polisan rê nedan wan.

Wek tê zanîn du rojên dawî operasyonek berfireh bi nave KCK-ê pêkhat û gelek berpirsên BDP-ê hatin girtin. Polisan êrîş birin ser buroya parêzerên Ocalan jî û nêzikî 70 parezer binçav kirîbûn.

Back to top button