Baykal : CHP Têkçû
Serokê berê yê CHP Denîz Baykal piştî Referandumê rewşa CHP nirxand û banga Kongreyê kir.
Denîz Baykal pirsên rojnamevanê Tirk Rasîm Ozan Kutahyali bersivand û got : Divê berê ya Hilbijartin partî Kongre ya xwe bike.
CHP Têkçû ne hewceye ku bahaneyek peyda bike
Denîz Baykal da zanîn ku ‘’Kemal Kilicdaroglu xwe bê xeta dibîne’’ ew bixwe xetayeke. Pêwîste ku her kes bê tirs rexneyê xwe bike û berpisyariya xwe bicîbîne.
Baykal wiha berdewam kir : Di vê pêvajoyê de çi hate şaşkirin , li kuderê nakokî hatiye çêkirin ,xetayên çawa hatine kirin divê wan pirsana emê baş bibersivînin. CHP têkçû ne hewceye ku bahaneyek peyda bike. Divê CHP hemî alîgirên xwe hemêz bike. Rêyekî nû lazime jibo CHP . Ji bo xeydokan xebatek berfireh lazime ku dîsa di nawa partiyê de cih bigrin.
Ji bo serokatiyê CHP niyetekî min tineye
Daxwazekî minê wisa tineye. Ji bo berjewendiyên partî û welat ez nêrîna xwe dibêjim. Ez nêrînên xwe empoze nakim bes par dikim. Divê muxelefet berpisryariya xwe bi cîh bînin. Wek gotinên min bi serokayitiyê Kemal Kiliçdaroglu bi awayekî xurt amadekariyê Hilbijartinên 2011ê bikin. Ji ber vî jî bername û rêznameyekî nû pêwîste.