Bayik û Hozat ne di maqamê çareseriyê de ne
Hevserokê HDPê Selehattin Demirtaş li Diyarbekirê bi minasebeta vekirina avahiyeka bajarvaniya Diyarbekir axavtinek kir. Demirtaş di vê axavtina xwe de daxuyaniyên balkêş dan.Balkêş bû, ji bo tu cara Demirtaş bi vê zelaliya behsa rolê HDPê nekiriye û behsa Cemil Bayik û Besê nekiriye.Demirtaş axavtina xwe de behsa çareseriya rewşa heyî ya sekinandina şer dike.Demirtaş wek hercar rexna li hukumetê dike. Lê vê carê berê xwe da PKKê jî. Demirtaş got: PKK rêxistinek tunde,çekan bi kar tîne, xelkê dikuje ez dibêjim berbirsiyariya wan jî heye.Demirtaş da xuyakirin ku Cemil Bayik û Besê Hozat ne di maqamên çareseriyê de ne. Berpirsiyariya çareseriyê di stuyê HDPê de ye. Gelek şirove li ser vê gotara Demirtaş têne kirin. Lê Demirtaş rastiya xwe bibîne û bikaribe bûyerên li Kurdistanê çêdibin çewe ku dibîne beje gelek tiş têne guhertin. Bi hezara genc jiyana xwe ji dest didin û Kurdistan wêran dibe, berpirsiyariya Demirtaş jî geleke.Dewlet di çerçova projeki de Kurdistanê wêran dike, bajara xirab dike. Dewlet dewletek xwînxwar û dagirkere. Lê mixabin Demirtaş û PKK vê dewletê dewleta xwe dibînin. Ew parastina dewletê dikin. Lê armanc kirine hukumeta AKP û Erdogan. Ew dewleta ku ew diparêzin Erdogan serokê wê dewletêye. AKP hukumeta wê dewletêye.Eger Demirtaş rastiya xwe bibîne dê hêja vekirîtir xwe bide pêş û ji bo sekinadina şer rolê xwe yê pêwist bileyze, dê hinek tiş bêne guhertin. Lê Mixabin Demirtaş jî dizane ku xwediyê pirsê ne ew e. Cemil Bayik û Besê Hozan e. Yani PKK ye.