Polîtîk
Baydemir: Bajarên herî hejar bajarên Kurdane
Osman Baydemir Serokê Bajarvaniya Mezina Amedê got: Ji 21 bajarên herî hejar û kêmderamet 18 ê wan bajarên Kurdane.
Osman Baydemir Serokê Bajarvaniya Mezina Amedê da zanîn ku kesek nikare sedema vê hejarê bi cografya ve bide izahkirin, ji ber ku Mezopotamyaya ku ji ava Dicle û Firatê tê avdan, xwediyê dewlemendiya çavkaniyên jêr zevî û ser zeviyê ne.
Baydemir ku li semînereke Otela Harrana Urfayê ya Komeleye Sarmaşik de beşdar bû, behsa 500 karkerên demkî yê Urfayê kir da zanîn ku eve ne qedera herêmê ye û dikarin bi siyasetên civakî vê kêşeyê çareser bikin.