Barzanî:Emê bi tundî bersiva her êrîşekî bidin
LiHewlêrê bi çavdêrî û amadebûna Serok Barzanî û bi beşdariya hijmareke zêde ji Berpirsên îdarî û siyasî û Akademîsyenan devreya 17an ya Akademiya partiya demorkata Kurdistanê bi dawî bû û devreya 18an jî destpê kir.
Di destpêka vê merasima han de Serokê Akademiya PDKê Qadir Qaçax peyvek pêşkêş kir û meznûn bûna wan 83 kadroyan weke destkefteke mezin bilêv kir û ragihand ku, ev kadroyên han piştî 6 Meh perwerdeya Akademîk vê bi enerjiyeke zêde beşdariya kar û çalakiyên siyasî bikin.
Piştî bi dawî hatina gotara Qadir Qaçax Serok Barzanî jî bi vê minasebeta han gotarek pêşkêş kir û pîrozbayiyên xwe pêşkêşî kadroyên han kir û hêviya serkeftinê jî ji wan re xwest.
Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de eşkere kir ku, di destpêka damezrandina PDKê de armanc ev bû daku, hêviya gehêştina Gelê Kurd bi mafên xwenî reva bide Gelê Kurd nekî bi tenê bibe sîbana kombûna çîneke diyar anjî pêkhateyeke diyar ya Kurdistanê.
Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de daxwaz ji endam û kadroyên PDKê kir daku, zêdetir bikevin nava xelk û gelek qedir û qîmeta wan kadro û Pêşmergeyan bigirin ku, temena xwe di nava têkoşan û xebatê de derbas kirine.
Di derbarê rewşa niha ya Îraqê û meseleya damezrandina hêzên Dîcle û leşkerkeşiya wan hêzan bo Deverên weqetandî de jî Serok Barzanî diyar kir ku, her ji sala 2003an ve hata niha û di dema amadekirina destûra bingehîn ya Îraqê de jî me gelek hewl da daku, kêşeyên heyî bi rêya diyalog û danûstandinê werin çareserkirin û em bi her awayî li dijî şer û rijandina xwînê ne lê di dema êrîş û destdirêjiyan de vê bêgoman emê bersifeke tund bidin jiber ku, serdema qebûl kirina stem û takrewî bidawî hatiye.(KTV)