Barzanî:Divê Operasyona Dîcle raweste
Roja şemiyê 24.11.2012 rêzdar Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li gel nûnerên rojnameyên Erebî yên ku li Herêma Kurdistanê kardikin civiya. Li vê hevdîtinê de, rêzdar tîşk xiste li ser pêşketinên navçeyên veqetandî û pêwendiya navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal û balkişand li ser bingeha wê gengeşeyê ku bi sedema damezrandina Fermandeya Operasyona Dîcle pêkhatiye.
Helwesta neyîniya Malîkî beramberî Kurd
Li vê hevdîtina rojnamevaniyê de, Serok Barzanî behsa bingeha sedemên wan gengeşeyan û destpêka derketina helwesta neyînî ya Malîkî beramber gelê Kurd û serkirdayetiya wê kir û got: Dema li sala 2008 hêza artêşê şandin bajaroka Celewla û navçeya Xaneqîn, hêza Pêşmerge tevlî nebû û li songeya peroşî nerijana xwîna tu Iraqiyek, sûr bû li ser wê yekê ku rûbirûyê artêşê nebê. Êdî ji wê rojê ve kêşe ku kombûn û li gel ragihandina damezrandina qiyadeya Operasyona Dîcle teqî.
Divê artêş, artêşa Iraqê bê
Li beşekî dinê wê hevdîtinê de, Serok Barzanî behsa qonaxa yekema dûbare damezrandina artêşa Iraqê kir û got: Piştî rûxana rejîma berê, serkirdayetiya Kurd ji bo dûbare damezrandina artêşê kar kir. Li demek de Şî’e û Sunne curet û wêrekiya wê yekê nebû her behsa vê meseleyê bikin. Lê belê li gor me Iraq pêwîstî bi artêşeke bi hêz heye ji bo berevanîkirina xwe, bi taybetî bi sedema derketina êrîşa terorîstan dijî bi pêvajoya siyasî û binyadnana Iraqa nû ya demokratî. Lê belê rûdawên piştî wê bûne sedema pêkhatina wê gengeşeya li gel artêşê. Li demek de diviya ew artêş, artêşa hemû Iraq û dakokîkarê hemû axa Iraqê bûye.
Her wiha ragihand: Ez ne li dijî bihêzkirin û pêşxistina şiyana artêşê me, belku dijî ewe me her kes û aliyek artêşa xwe ya taybet bi xwe hebê û dilsoziya nîştiman û destûra Iraqê nebê.
Kombûna kêşeyan
Serok Barzanî behsa qonaxa vekişana hêzên Emerîka kir û got: Ji aliyê hinek ji serkirdayetiyê Kurd cûre tirsek bandora xwe li vekişana hêzên Emerîka li Iraq li ser rewşa Kurdistanê hebû, bi taybetî li navçeyên veqetandî, lê belê herdem min dûpat dikir ku gelê Kurd li ser axa xwe ye ew ya ev artêş tê û diçe, nirxa wê her çi bê ew gel li ser axa xwe dimîne.
Her wiha Serok Barzanî ronahî kir: Baweriya min bi hebûna artêşa biyanî li tu welatek tûne û pişta xwe pêve nabestim, ji ber wê yekê bi yek peyamê ji aliyê mercên xwe dipêçe û diçe. Ewê dimîne tenê gele. Me hêvî hebû birêz Malîkî li mehafîlê siyaset û navdewletî de dibê dakokîkar li gelê Kurd, bi hukma wê pêwendiya kevin ku me li gel da heye, lê belê mixabin hemû ew kêşe li serdema hukimraniya wî de derketin, li ser hev kombûn û ev gengeşeya mezin pêkhat.
Peymanên me destûrîne
Her li vê hevdîtina rojnamevaniyê de, birêz Serokê Herêma Kurdistanê behsa hinek ji kêşeyên helawestiyên navbera Hewlêr û Bexda û peymanên neftê kir û got: Sala 2007 berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel berpirsên Wezareta Nefta Iraqê civiyan û li ser reşnûsa qanûna neft û xaz rêkkeftin û hêvî hebû li Parlemen bixinrû. Li wê reşnûsê da hatiye: Piştî derbasbûna demeke diyarîkirî li ser wê peymanê, eger pêvajoyê neşînin Parlemen wê demê her aliyek mafê wê yekê dibê peymanên neftê bike. Ji bo wê yekê dikarim dûpat bikim ku hemû peymanên me destûrîne.
Eqliyetekî metirsî heye
Di derbarê kirîna çek ji aliyê Hikûmeta Malîkî ve, Serok Barzanî got: Kurd ji kirîna çekê artêşa Iraqê natirsê, lê belê ji wê eqliyetê ditirsê ku wê çekê bikartîne. Îro bi sedema gengeşeyê bawerî li navbera kutleyên siyasî da, girjiyeke mezin li pêwendiyan de heye û kirîna çekên pêşketî li sayeya wê tengejeyê, metirsiyan zêdetir dike.
Di derbarê bawerî wergirtina ji Malîkî, birêz Serokê Herêma Kurdistanê ragihand: Pêvajoya bawerî jê wergirtinê, ne pêşniyara min bû, belku hemû aliyên beşdarî civînê kiribûn li wê baweriyê bûn bijardeya vê qonaxeye û ez jî nebûm asteng. Divê damezrandina qiyadeya Operasyona Dîcle rawestê.
Di derbarê damezrandina qiyadeya Operasyona Dîcle, Serok Barzanî got: Damezrandina wê fermandeyê ne destûriye, gelek yasanas jî dûpata wê yekê kirine. Lê belê Malîkî wiha dizane ew nakokiya ji meseleyê bawerî wergirtinê derket, derfeta manewra pêdide û damezrandina qiyadeya Dîcle ragihand. Her çende Malîkî soz bi birayê birêz Serok Mam Celal dabû, ku damezrandina wê fermandeyê radiwestênê, lê belê damezrand. Me wê yekê retkir, eve jî ne meseleyekî şexsiye heta ku ez bi şexsî li gel da helsukeft bikim. Ev mesele, meseleya gele û nikarim dev jê berdim. Encama wê her çi bê em tenazûl li meseleya wê fermandeyê nakîn û divê bê rawestandin.
Rojnameya Şerqul Ewsat
Werger ji bo zimanê kurdî:Rojevakurd