Barzanî û Şehristanî rewşa Îraqê nirxand
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Hisên Şehristanî wezîrê xwendina bala û lêkolînên zansitî yê hikûmeta federala Îraqê kir û di dîdarekê de têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û çewaniya çareskirina pirsgirêkên navbera her du aliyan û rewşa siyasî, leşkerî û emniya Îraqê gotûbêj kirin û rewşa êkonomiya Îraqê jî nirxand.Di dîdarê de ku, Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê amade bû, serokwezîrê herêma Kurdistanê bi hûrî behsa şerê dijî terorîstên DAÎŞ û şikestinên berdewamên terorîstan li hember êrîş û dirbên pêşmergeyê Kurdistanê kir. Serokwezîr ji şandeya Bexdayê re behsa rewşa êkonomî û ew kirîza êkonomiya herêma Kurdistanê tê de derbas dibe kir.Weke tê zanîn, Hisên Şehristanî weke nûnerê serokwezîrê Îraq û ji bona beşdarîkirin di merasima destbikarbûna Patiryakê nû yê kenîseya Rojhilata Aşriyên cîhanê serdana herêma Kurdistanê kiriye.