Polîtîk

Barzanî û Lieberman tekîd li ser kongreyeke niştimanî kir

Îro sêşemiyê 03/01/2012ê Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê li Selahedînê pêşwaziya senatorê Amerîkayê Joseph Lieberman û şandeya li gel kir.

 

Di hevdîtinekê de, Barzanî û Lieberman bi têrûtije behsa pêvajoya îro ya Iraqê û ew tengasiyên siyasiyên ku ev demeke li Iraqê serîhildane, paşaroja pêvajoya siyasî,  arasteya rûdawan û nakokiyên di navbera her du lîsteyan, lîsteya Dewleta Yasa û lîsteya Iraqiye, îhmalkirina rola hindek pêkhatan di pirosesa siyasî de û senaryoyên piştî vekişana hêzên Amerîkayî hatine nirxandin.

Serok Barzanî helwesta herêma Kurdistanê bi eşkere li ser van pirs û sedeman ber çav kir. Herwesa serokê Kurdistanê tekîd li ser van xalan kir:

Serokatiya siyasiya Kurdistanê li ser parastina tecrûbeya serkeftiya herêma Kurdistanê bi îsrar e.

Gelek giringe nakokiyên siyasî li Îraqê zû bên çareser kirin.

Ji bo çareserkirina pirsgirêkên Îraqê û bi taybetî nakokiyên navbera lîsteya Dewleta Qanûnê û lîsteya Îraqiye divê kongreyeke niştimanî a berfireh bê           saz kirin.

Parastina şirîkatiya rasteqîne di hikûmeta Îraqê û pirosesa siyasî de.

Pabendbûn bi destûura bibgehîn a Îraqê.

Cîbicîkirina rêkeftina Hewlêrê.

 Senatorê Amerîkeyê Joseph Lieberman piştevaniya xwe û senatorên amerîkayî ji bo serok Barzanî û hemû gelê Kurdistanê dûpatkir. Wî got ku ew xweşhalin bi pêşketin û geşbûnên herêma Kurdistanê û Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê  bi sozên xwe yên beramber bi herêma Kurdistanê pabende û hêvî xwest ku, di paşarojê de Amerîka pêwendiyên xwe di hemû waran de digel herêma Kurdistanê ku, di berjewendiya her du aliyan de bin, zêdetir pêş bixe.

 Her di vê hevdîtinê de rewşa îro ya rojhilata navîn hate nirxandin û tîşk xistin li ser pêvajoya hinek ji welatên navçeyê û bi taybetî rewşa Sûryeyê hat nirxandin.

Back to top button