Polîtîk

Barzanî û Elawî ji bo pêkanîna hikûmetê civiyan

       

Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li Eyad Elawî Serokê Lîsta Iraqiye û şanda li gel kir ku ji hejmarek kesayetiyên vê lîsteyê pêkhatibûn.

Li vê hevdîtinê de her du alî behsa pêşhatên siyasiyê Iraqiyan yên niha kirin û sebaret bi pirsên girîngên pêkanîna Hikûmetê û wan guftugoyên li vî derbarî de yên li nav lîsteyan li holê daye kir.

Her wiha li vê hevdîtinê de cext li ser pêkanîna hikûmetekî hevbeş, bêyî ku îhmalkirina tu aliyek hate kirin.

Li vê hevdîtinê de behsa asteng û giriftên li ber pêkanîna hikûmetê hate kirin û sebaret bi çareseriya van giriftan li çarçêweya destûrê da, bîrûra danustandin kirin.

Her wiha her du alî cext li lezkirina pêkanîna hikûmetê kirin û ji bo derbasbûna welat ji vê pirsa siyasiya ku têketiye û daxwaz kir hemû alî bi hevbeşî ji bo çareseriya vê giriftê hewl bidin.

Back to top button