Polîtîk

Barzanî û Ebdulmehdî behsa hukumeta nû kirin

Serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî û cihgirê serokê Iraqê Adil Ebdulmehdî, bi rêya telefonî li gel hev axavtin û behsa pêkanîna hukûmeta nû ya Iraqê kirin û herweha  cejna Remedanê jî li hevudin pîroz kirin. Di vê pêwendiyê de herdu alîyan tekez kirin, ku divê hukûmeta nû ya Iraqê hukûmeteka hevpişka niştimanî be.

Li angora vê nûçeya ajansa Eswatuliraq herdu alîyan di êvara cejnê de behsa rewşa siyasîya Iraqê û prosesa guft û goyên navbera alîyên siyasî jî kirin û hêvî xweztin, ku encamên baş ji duv van guft û goyan hebin.

Di encama hilbijartinên parliyamenta Iraqê de lîsta Eliraqîyye 91 kursî bi dest ve anî, lîsta Hevgirtina Dewleta Qanûnê 89 kursî bi dest ve anî, lîsta Hevgirtina Niştimanîya Iraqî 70 kursî bi dest ve anî û lîsta hevpeymanîya Kurdistanî 57 kursî bi dest ve anî.

Ji bo pêkanîna hukûmeta nû ya Iraqê jî weha dihê daxwazkirin, ku ev herçar lîstên serkevtî di navbera xwe de hukûmeteka hevpara niştimanî pêk bihînin û ti alîyên din jî, ne li derveyî prosesa siyasîya giştîya Iraqê bin.

Parlementoya Iraqê jî ji 325 kursîyan pêk tê û gerek hevpeymanî di navbera çend alîyan de çê bibe, heta ku hukûmet pêk bêyê. Ew jî ji ber ku ti alî bi tena xwe nikare hukûmetê pêk bîne.

Back to top button