Barzanî û Destana Korê
Di dema raparînê sala 1991ê Hêzên rejima Iraqê ji bo raperînê têkbiibe bi girsehî erîş bir ser Kurdistanê.
Gelek berpirs û serokên partiyan di wê demê de ji bo nekevin destê rejimê de ji Kurdistanê derketin û reviyan.
Mesud Barzanî serokê PDKê li bajarokê Selehadînê biryar da bû “ Ez hêdî tucara nabim benaber û terka Kurdistanê nakim“ Li gel hêzek pêşmerge li devera gundê Korê li himberî hêzên Saddam sekinî. Şerek gelek dijwar çêbû.
Di dawiya şer de hêzên rejimê şkestin û bi sedan leşkerên rejimê dîl hatin girtin. Bi dehan tank û çekên giran ketin destê hêzên pêşmege de.
Heta çend salan jî dema mirov diçû Selahadîn li Korê re derbas dibûya tanqên xirabûyî li wê dolê tejî bûn.
Niha jî çend tanqên pêşmegeyan xirab kirîn li ser rêya Korê bi cih hatine kirin.
Korê bû şikestina hêzên rejimê û Kurd serkevtin. Di vî şerî de Mesud Barzanî di pêşiya pêşmergeyan de şerek serkeftî kir.
Îro jî di salvegera vê destana ku Mesud Barzanî wek serokê PDKê nivîsandî, li Kurdistana azad de wek serokê Kurdistanê yad dike..