Polîtîk
Barzanî û Biden rewşa Iraqê nirxandin
Şeva dûşemê 28.10.2013 Joe Biden Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka li rêya telefonê ve peywendiyê bi birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê re kir.
Li vê peywendiya telefoniyê de bi awayeke giştî li ser pêvajoya siyasî û emniya Iraqa Federal rawestiyan û her wiha di derbarê yasaya hilbijartina Encûmena Nûnerên Iraqa Federal danustandina bîr û ramanan kirin.
Her li vê peywendiya telefonî de her dû alî li ser peydakirina çareseriyê ji bo kêşe û qeyranên Iraqê hevrebûn û her wiha geşkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Amerîka de li peywendiyên berdewam de bin.