Barzanî: PKK bela serê Herêma Kurdistanê û Iraqê ye
Serokê Reveberiya Herêma Kurdistana Nêçîrvan Barzanî got: “PKK bela serê Herêma Kurdistanê û Iraqê ye”.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di derbarê rewşa ewlekarî û siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê û pêşhatên navçeyê de ji kanala El-Heddad re axivî. Barzanî got: “Tiştekî normal e ku hikûmeta Iraqê ji bo diyarkirina peywendiyên pêşerojê ligel hêzên hevpeyman ji bo şerê li dijî terorîstan danûstandinan bike. DAIŞ hîn jî heta asteke mezin ji bo Iraqê metirsî ye”.
Nêçîrvan barzanî bi berdewamî got: “Iraqê di sala 2011an de nameyek ji Neteweyên Yekbûyî re şandibû û daxwaza alîkariyê kiribû. Di rastiyê de bêyî alîkariya Amerîka û hêzên koalîsyonê Iraqiyan nikarîbû rê li ber terorîstan bigirin. DAIŞê sê parên xaka Iraqê dagîr kiribû û çeperên wê diyar bûn. Bi ya min tiştê ku niha diqewime ji wê demê pir dijwartir e, ji ber ku metirsî di mala we de ye û niha êrîş ji wir tên”.
Barzanî di derbarê Îranê de jî axivî û got: “Pêwendiyên me bi Îranê re kevn in, Îran cîranê me yê girîng e û em nikarin wê erdnîgariyê paşguh bikin. Lê pirs ev e, eger hûn bi mûşekekê li mala sivîlekî bixin, hûn nikarin navê wê bikin dostanî”.
Barzanî bal kişand ser hebûna PKK ya li herêmê û got: “PKK bela serê Herêma Kurdistanê û Iraqê ye. Em qebûl nakin ku axa Herêma Kurdistanê li ser cîranên me bibe metirsî, çi Tirkiye û çi Îran”.