Polîtîk
Barzanî: Pirsa mezina Iraqê sîstema tendirustiyê ye
Nêçîrvan Barzanî Serok Wezîrê Kurdistan gumanên xwe yên di derbarê xerapiya sîstema tendirustiyê bi giştî û kerta derman bi taybetî li Iraq û Kurdistanê derbirî.
Barzanî beşdarî li rêwresma îmzakirina peymana firoştina derman ji aliyê kompanya nîştimanî Awa Medîkal ve bi kompanya Sanofêraya Fransî kir û gotarek pêşkêş kir û behsa sîstema tendirustî û hewlên kabîneya ji bo bilindkirina asta wê sîstemê li Herêma Kurdistanê kir.
Her wiha Nêçîrvan Barzanî li gotara xwe de rexne li kerta dermanê girt û got: “Bi mixabinî çîroka xerapa derman li vî welatê me dîrokeke xwe heye û heta niha jî berdewame”. Her wiha got:Pirsa mezina Iraqê sîstema tendirustiyê ye