Barzanî: Pêşmerge ji bo welatê xwe Pêşmergeye, ne ji bo maaş
Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê îro demjimêr 18:00 li gel bernameya Hevpeyvîna Rojê (Lîqael Yowm) li gel rojnamevan (Ahmet Zawîteyî) li televizyona Al Jazeera Tv hevpeyvînek sazkir û di vê hevpeyvînê de behsa pêşketinên siyasiyên li Kurdistan û Rojhilata Navîn kir.
Barzanî li ser pirseke rojnamevanê Al Jazeera Tv ya di derbarê maaşê Pêşmerge û birîna butçeya Herêma Kurdistanê de got: Em pêşî spasiya gelê Kurdistanê dikîn, ji ber ku birastî ji ber nebûna butçeyê gelek tehemmul kirin, helbet ew kesên butçeya Kurdistanê birîbûn, armanca wan ewe bû ku pirsgirêk li Kurdistanê de dirûst bikin û rewşa Kurdistanê têk bidin. Spas ji bo xweda û gelê Kurdistanê ku ew dijmin û plana wan serneket. Pêşmerge ne ji bo maaş û mûçeyê Pêşmergayetî dike. Ew kesê ku canê xwe ji bo welatê xwe gorî dike, ne ji bo maaş dike, gelo di dinyayê de ji canê mirov bihatir tiştekî din heye, bila her kes bizane ku Pêşmerge ne ji bo maaş Pêşmergeye, ji bo parastina welatê xwe Pêşmergeye.