Polîtîk

Barzanî: Mandêla hêviya gelên bindest bû

Birêz  Jacob Zuma Serok Komarê Efrîqaya Başûr

Gelek bi mixabinî me nûçeya koça dawî ya Nelson Mandêla zilamê mezinê aştî û azadîxwaziyê bihîst. Bi bihîstina vê nûçeyê gelek xemgîn buyîn. Bêguman cîhan bi vê rûdawê dengekî bi wêr ê mirovdostî û aştîparêziyê ji dest da.

Berxwedan û helwêstên vî zilamê mezin cihê hêviya gelên bindest û sîtemdîtî bû. Mandêla hemû demên jiyana xwe ji bo wê yekê bexşa ku azadîxwazî bi nemirî bimîne. Jiyana wî semboleke ji bo têkşikandina wan bendên cihê şermî ya mirovayetiyêne. 

Bi navê xwe û gelê Kurdistanê ve serxweşiyê li cenabê we û malbata xwedê jêrazî Mandêla û gelê Efrîqaya Başûr dikim. Bi wê hêviya hizr û kirdarên Mandêla bi navê azadî û dadperweriyê de bibê sermeşq ji bo hemû cîhanê.

Li gel rêzên me…

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

07.12.2013

Back to top button